Ji bo ku du sirgûn hevdu nas bikin, pêdiviya wan bi nexşeyan an kevirên sînorî nîne; şiklê birînê, lerza deng û ew valahiya xerîb a di nav peyvan de bes in. “Ji Bilî Bayî Tu Tiştê Kurd Nîne”, helbesta dostaniyeke ku ji kuçeyên bihnbarût ên Beyrûtê heta dîwarên kevirîn ên Lefkoşayê dirêj dibe û biratiyeke rewşenbîrî ye ku bi hubra çapkirinê ya kovara El-Karmelê hatiye mohrkirin. Dema Mehmûd Derwêş dîwana xwe ya sala 2004an a bi navê Ji Bo Tiştên Te Kirine Lêborînê Nexwaze (Lâ Ta’tezir ‘Ammâ Fe’alte) bi vê helbestê diqedîne, ew ne tenê nîşaneyeke dostaniyê pêşkêşî hevalê xwe yê Kurd ê ji Qamişloyê Selîm Berekat dike; ew çarenûsa hevpar a du gelên qedîm û “bêwelat” ên Rojhilata Navîn ji hemû hamaset û romantîzma mexdûriyetê paqij dike û vediguherîne heqîqeteke hebûnî.
Helbest, hê di rêza xwe ya yekem de hemû têkiliyên milk û serweriyê betal dike: “Ji bilî bayî tu tiştê Kurd nîne; ba di wî de dijî, ew jî di bayî de.” Li vir ba, ne metaforeke klîşe ya belavbûn an bêçaretiyê ye. Berevajî vê, sivikbûneke radîkal e ku ji rizgarbûna giraniya erdê, alayan, hirsa xeniqîner a dewletan û sînorên ku ji aliyê desthilatên rûniştî ve hatine xêzkirin, çêdibe. Tiştê ku helbestvanekî Filistînî yê axa wî hatiye dagirkirin dema li helbestvanekî Kurd ê bêdewlet dinêre dibîne, ne kêmasî ye, lê azadiyeke ontolojîk e ku bêdewletiyê bexşandiye. Tapûya bayî nîne; nayê girtin, nayê parçekirin û tu nobedarê sînor nikare nasnameyê jê bipirse.
Serkeftina helbestî ya herî mezin a Derwêş di vê berhemê de ew e ku ew qet nakeve nav xefika rehm û dilşewatiya ji bo “yê din”. Gelên bindest ên Rojhilat dema li êşa hev dinêrin, piraniya caran yan trajediya xwe dixin navendê yan jî yê hemberî xwe di nav çîrokeke qehremaniyê ya egzotîk de heps dikin. Lê belê dema Derwêş li deriyê Selîm Berekat dixe, li hemberî xwe ne mexdûrekî şîngêr, lê “sêrbazekî peyvan” dibîne ku qedeha votkayê di destê wî de ye, ferhengên kevnar li ser maseya wî ne û îroniyeke tûj di zimanê wî de ye. “Dema ez diçim serdana Kurd, ew siberoja xwe bi bîr tîne û bi gêzîkeke tozê wê dimale û diavêje: Ji min dûr bisekine! Ji ber ku çiya çiya ne.” Ev rêz, hemû sifetên romantîk û hamasî yên ku ji derve li erdnîgariya Kurdan hatine barkirin, bi carekê re dimale û paqij dike. Çiya ne stargeha mîtolojîk a rizgariyê ye û ne jî qedera neguher e; çiya, tenê di rastiya xwe ya tazî de çiya ye.
Di dilê felsefî yê helbestê de pirsgirêka veguherîna ziman bo welatekî û di heman demê de bo cihekî sirgûnê cih digire. Selîm Berekat li erdnîgariyeke ku axaftina bi Kurdî lê qedexe bû û zimanê wî yê dayikê di bîra zarokatiyê de hatibû hepskirin mezin bû, lê nivîsa xwe di nav qesra biheybet û kevnar a Erebî de ava kir. Dema di Kuliyê Hesinî (El-Cündübü’l-Hadîdî) de qala şîdeta zarokatiyê, kuçeyên bi toz ên Qamişloyê û bîra tepeserkirî dike jî, ew wekî penaberekî nêzîkî Erebî nabe; berevajî vê, ew pratîka ku Gilles Deleuze û Félix Guattari wekî “bêwarûwelatkirina” (deterritorialization) zimanekî mezin ji hundir ve pênase dikin pêk tîne—wêjeyeke mînor ava dike ku hevoksaziya rûniştî serûbin dike, peyvan wekî çemekî hov li hev dixe û “Erebî li gorî rîtma Kurdiya xwe ditewîne.” Derwêş vê wêrekiya zimanî ya Berekat bi hebûna xwe re dike yek: “Nasnameya min zimanê min e. Ez… û ez. Ez zimanê xwe me. Ez sirgûnê di nav zimanê xwe de me.” Ev paradoks bi aporiaya yekzimaniyê ya Jacques Derrida re—“Tenê zimanekî min heye, ew jî ne yê min e”—dibe yek û bêîmkaniya xwedîtiya xwezayî ya li ser ziman derdixe holê. Ji ber ku ziman jî, mîna bayî, tu tapûyên mutleq qebûl nake, her du helbestvan jî di nav heman zimanî de, lê her tim ji navenda wî hinekî dûr û hinekî “biyanî” heqîqeta xwe ava dikin.
Her ku metn pêş ve diçe, sînorên kirdeyî yên di navbera Derwêş û Berekat de dest bi helandinê dikin. Derwêşê ku di destpêkê de çavdêrekî ji derve ye, hêdî hêdî maskeya dostê xwe datîne ser rûyê xwe û bi dengê wî diaxive. Şikestina felsefî ya herî hejîner a helbestê di wê şîreta hişk de derdikeve holê ku li hemberî fîgura “bav” tê kirin —fîgura ku giraniya rabirdû û têkçûnên dîrokî temsîl dike: “Eger tu bavê xwe darvekirî bibînî, wî ji werîsê esmanan neyne xwarê… Xwe ji gezê hêviya birîndar biparêze, ji ber ku ew cinawirekî efsanewî ye.” Ev banga qutbûneke radîkal e li dijî pîrozkirina têkçûnên dubarebûyî yên dîrokê, jiyana di bin siya miriyan de û xwedîbûna bi jehra “hêviyeke birîndar”. Bi kiryareke Nietzscheyî ya rizgarbûna ji barê dîrokî, helbestvan ne şîna duh û ne jî soza siberojeke zêrîn qebûl dike; rastiya yekane ya ku di destê wî de dimîne ew “meydana spî” ya bê sî ye, yanî dema niha ye.
Mehmûd Derwêş bi vê helbesta ku diyarî Selîm Berekat kiriye, mîrateyeke estetîk ji me re dihêle ku ji êşa hevpar a du gelan çêbûye, lê teslîmî êşê bixwe nabe. Dema di dawiya helbestê de dibêje “Ez ê jî bi te re neçim çolê”, ew pişta xwe hem dide kevneşopiya qedîm a çolê ya helbesta Erebî û hem jî dide sozên vala û bêdawî yên Rojhilata Navîn. Tenê temaşekirina li bayî dimîne. Ji ber ku ba, yekane welatê wan kesan e ku di tu nexşeyan de cih nagirin, ji bilî peyvan tu milkê wan nîne û hildibijêrin ku bibin bavê xwe bixwe.
Têbînî: Ji bo jêrenot û çavkaniyên akademîk ên vê nivîsê, ji kerema xwe li beşa Notes a di versiyona Îngilîzî de binêrin.

Bersivekê binivîse